Di rojên borî de diya Yûsûfiyê di zîndanê de Zulkuf Yuce, Zulfuye Yuce kurê xwe nedît û ji dinyayê koç kir. Piştî dayika Zulkufê Yuce yê Yûsûfî jî bi hesreta kurê xwe ji dinyayê koç kir Serokbajarê HUDA PARê yê Wanê Rasîm Saygili destnîşan kir ku dê û bav bi hesrata zarokên xwe yên bi qompasên FETO û 28ê Sibatê xistine zîndanan ji dinyayê koç dikin lazime êdî van mexdûriyetana bên dîtin û rêya ji nû ve bê darizandin bê vekirin.  

Saygili diyar kir ku lazime êdî mexdûrê 28ê Sibatê bên dîtin û bi taybetî kesên di salên 1997 û 2000 an de hatine girtin ji nû ve bên darizandin, lewra derket holê ku polês, sewcî û hakimên wê dewre tev endamên FETOne.

Saygili, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku di gel ev tev li holê ne jî disa mexdûriyet dewam dikin û wisa got: "Tenê ji ber ku tekoşîna Îslamî dikiri bi neheqî û îftîra cizayê hepsa muebbet dan kesên ku bi nasnama xwe ya Îslamî dihatin naskirin. Me di serîde gotin ku ev cizayê dane wan derqanûniye û lazime van kesana ji nû ve bên darizandin. Di vî warî de gelek caran xebatên me çêbûn. Di gel malbatan, me jî ev dozana şopandin."

Ev mexdûriyetên hatine kirin li Enqerê di asta Serokomarî û Serokwezîriyê de jî hatin rojevê heta Serokomar Erdogan got: "Çi heyfe ku welatîyên me yê ev 5 salê wane ev 10 an jî ev 15 salê wane di zîndana de ne heye. Belê ev tişt çêbûn. Niha firseta em vana dirust bikin ket destê me". Saygili îfade kir ku di gel vana teva di vî warî de tu gavên nû nehatine avêtin.

"Ger dosyayên wan ji nûve bên şîrovekirin wê temamê birayên me berat bikin"

Saygili, îfade kir ku malbatên mehkûman ef an jî beratê naxwazin tenê darizandina ji nû ve dixazin û wisa got: "Daxaza malbata û daxawaza me jî darizandineke ji nû ve ye. Ev ne tiştekî zehmete. Tiştê bê kirin eşkereye wê dosyayên wan ji nûve bên şîrovekirin û ji teref hakimên nû ve wê bên darizandin. Em bawer dikin heko ji nûve van kesana bên darizandin temamê wan wê berat bikin. Lê belê ew gavana nayên avêtin. Ji ber ku gavên hewceye nayên avêtin mexdûriyet zêdê dibin em ji nehqî û zilman re dibin şahid".

"Eziyet û mexdûriyetên hatine kirin ne di asteke ku meriv behs û qal bikin de ye"

Saygili, di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku di rojên borî de diya Yûsûfiyê di zîndanê de Zulkuf Yuce, Zulfuye Yuce kurê xwe nedît û ji dinyayê koç kir û got: "Ev dayika me ev 18 salê wê çav li rê li hêviya kurê xwe bû lê belê çav li rê wefat kir. Disa bi heman şeklî gelek dê û bavên Yûsûfiyan ji dinyayê koç kirin. Gelek dê û bavan bi vî şiklî ji dinyayê koç kirin hê jî gelek kesên bi nxweşiyên giran hene û li hêviya edaletê ne. Ez dikarim veya bibêjim eziyet û mexdûriyetên hatine kirin ne di asteke meriv behs û qal bikin de ye. Gotina wê rehete kesên vay ji 18-20 sala zêdetir di zîndana de hene û li hêviya edaletê hene. Ev tiştên Tirkiyê dizane ye. Vî tiştî siyaset medar jî dizane. Êdî çav girtina ji van bûyera re bi rastî êdî hew berpirsyariyek mezin e. Hesab dayina veya jî wê giran be. Ji ber vê yeke em bangî rayagiştî û desthilatdaran dikin bila êdî ev mexdûtiyetana bên dîtin û kesên mexdûr ji nûve bên darizandin." (ÎLKHA)