Temsîlkarê Daîmî yê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî Gulam Elî Hoşro nameyekê gilîyê şand ji Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî û ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres re.
Hoşro di nemaya ku şand de wisa gilîyê Amerîka kir: " Hikûmeta Amerîka bi hinceta destekdayîna xwepêşan bi şikleke bêwate çalakîyên xwe yên mudaxelekirina karên navxweyî yê Îranê zêde kir. Serokê Amerîka û arîkarê wî bi tweetên beradayî Îranîyan teşwîqî çalakîyên wêranker kirin."
Hoşro bi heman awayî Amerîka bi îhlalkirina prensîbên Peymana Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî sûcdar kir û bang kir da ku ew daxuyanîyên Serokê Amerîka Trump ên derbarê Îranê de bên şermezarkirin.(ÎLKHA)