Hat ragihandin di 31ê Kanûna 2017an de êrîş li baregaha leşkerî ya Rûsyayê hat kirin, di êrîşa bi hawan a ku li baregaha leşkerî ya Rûsyayê ya li Himeymîmê ya Lazkîyeya Sûrîyê hat kirin de 2 leşker mirin û herî kêm 10 leşker birîndar bûn. Her wisa hat ragihandin di êrîşê de balafirên şer û neqlîyê jî zirar dîtine.

Hêj nehatîye daxuyandin ka êrîş ji teref kîjan koma muxalif ve hatiye kirin.(ÎLKHA)