Serokê Lijneya Birêveberîya TELKODERê Yusuf Ata Ariak derbarê standina "Baca Taybet a Pêwendîyê" de diyar kir baca ku piştî erdheja Golcuk bo demekê dihat standin bû baca mayînde û ev 18 sal ku ji xelkê tê standin û dû re wiha got: "Ev baca ku li tu derê dinayayê li tu welatî îtuneye divê êdî bê rakirin."(ÎLKHA)