Her weke ku dê bê bîran berî niha ji teref Wezareta Ewlehîya Civak û Xebatê  derbarê mijarê de di Rojnameya Fermî de daxuyanîyek dabû weşandin û dabû diyarkirin ku ew ê karkerên taşeron wek karkerên bi kadro bên girtin.

Hat ragihandin karkerên taşeron ên ku şert û mercên serîlêdanê bi xwe re vedugehîzinin dê karibin heta 11ê Çilê li wan kargehên ku ew lê dixebitin bo kadroyê serîlêdanên xwe bikin. Her wisa hat ragihandin ji bo karker biserkeftî bên hesibandin divê di îmtîhana ku dê bê kirin de herî kêm 50 pûan bistînin.(ÎLKHA)