Hat ragihandin li Kabîla paytexta Efxanistanê li taxa Şeş Derekê kesekî ku bombe li ser xwe girê dabû xwe li ber avahîya sereke ya rêxistina îsîtxbaratê teqand, di encama teqînê 6 kes mirin.
Ji teref Berdevkê Wezareta Karên Hundir ê Efxanistanê Necîp Daniş ve derbarê mijarê de hat ragihandin di êrîşê de herî kêm 6 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan û 3 siwîl jî birîndar bûn.
Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyan.(ÎLKHA)