Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tendûristîyê yê Fîlîstînê ve hatiye belavkirin de hat destnîşankirin di êrîşa ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve hatine kirin de 2 Fîlîstînî şehîd bûne û ev her 2 şehîd jî endamê Cîhada Îslamî yê Fîlîstînê ne.

Berdevkê Wezareta Tenduristîyê yê Fîlîstînê Eşref Kudra  destnîşan kir êrîş bi balafirên bêînsan hatiye kirin û di êrîşê de li bajarê Beyt Lahîyê motosîkletek hatiye hedefgirtin.(ÎLKHA)