Heqê muayeneya wesayîtan li gor rêziknameya Qanûna Trafîkê ya Rêbej û Qanûna Veguhastinê ya Rêbejan ji sala yekê Çileya 2018an pê ve zêde dibe.
Li gor verastkirina nû ya ku hatiye amadekirin heqê muayeneyan dê di navbera 115,64 lîre û 305,62 lîreyan de be.
Heqê muayeneya wesayîtan ji yekê çileyê pê ve dê wisa bin:
Otobus, qamyon, barkêş û tanker 305,62 lîre
Mînîbûs, qamyonet, wesayîta taybet, wesayîta arazîyê, romork û nîv romork 226, 56 lîre
Traktor, motosîklet û bisikletên bi motor 115,64 lîre.(ÎLKHA)