Ji teref Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin ve derbarê daxuyanîyên serokwezîrê sîyonîstên îşxalker Benjamîn Netanyahuyê de daxuyanîyeke nivîskî weşand.
Berî vê çendekî ji teref serokwezîrê sîyonîstên îşxalker Benjamîn Netanyahuyê ve derbarê Tirkîye û Serokomar Erdogan de daxuyanîyek hatibû dayîn. Ji ber vê daxuyanîya ku serokwezîrê sîyonîstên îşxalker ve hatibû dayîn Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin daxuyanîyeke nivîskî weşand.
Kalin di daxuyanîya nivîskî ya ku weşand de diyar kir ew wan daxuyanîyên ku hatine dayîn çbi şiklê herî tund şermezar dikin û dû re wiha got: " Ew kesên ku zen dikin ew ê qibleya me ya ewil ji xwe re bixin paytext bi abesê îştîxal dikin. Rayedar û serokên îsraîlî ji dêla ku êrîşî me bikin divê dawî li îşxalkirina axên Fîlîstînê bînin."(ÎLKHA)