Piştî ku Serokê Dewleta emperyalîst Amerîka Donald Trump Qudsê wek paytexta sîyonîstên îşxalker nas kir re di serî de li Tirkiyê bi giştî jî li tevahîya dinyayê Misliman xwe berdan kolan û meydanan û qerara ku ji teref serokê dewleta şeytanê mezin ve hat dayîn protesto kirin.

Îro jî li Yenîkapiya Stenbolê mîtîngekeke din tê tertîpkirin.

Bi hezaran hezkirîyên Qudsê bo beşdarî mîtînga "Quds a Îslamê ye" bibin berê xwe dan Yenîkapiya Stenbolê.

Di mîtînga ku gelek partîyên sîyasî û 120 sazîyên civakî yên siwîl piştgirîyê didinê de hat destnîşankirin Quds bes ne meseleya Fîlîstînîyan e; bereks meseleya temamê Mislimanan e.(ÎLKHA)