Ji ber minasebeta "10ê Berfanbarê Roja Mafên Însanan" ji teref  Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve peyamek hat weşandin.

Erdogan di peyama ku da weşandin de di serî de Roja Mafên Însanan a welatîyên Tirkîyê û bi giştî jî yên temamê însanên dinyayê pîroz kir û wiha got: " Fikrên dijberên bîyanîyan û dijminên Îslamê her roja ku derbas dibe li welatên Rojavayê tên navenda sîyasetê. Ji ber ku ziman, bawerî, reng û çandên wan cuda ne bi milyonan însan tên dîkekirin. Ji vê re ew serneêşandin û pê eleqedarnebûna wehşeta ku li Mislimanan tê kirin mînaka herî dawî ye. Ji zilma ku jê re bertek nayê nîşandan zaliman wêrektir dike."(ÎLKHA)