Di êrîşên şebeka terorê yên liser Xazzeyê hatine kirin de heta niha 2 Fîlîsînî hatin şehîdkirin.

Li gor agahiyên Ajansa WAFA ya Fermî ya Fîlîstînê, ji Wezareta Tendirustiyê wergirtiye roja înê di saetên êvarê de li bakûrê Xazzeyê şebeka terorê êrîşî taxa Şex Zîyad kir. Di encama êrîşa sîyonîstan de Mahîr Muhammed Ataûllah (54) hat şehîdkirin. Bi şehadeta Ataûllah re hejmara şehîdan derket dudan.

Li hêladin hat îfadekirin ku ji roja pêncşemê vir ve êrîşên çeteyên sîyonîst yên li ser Xazzeyê dewam dikin. (ÎLKHA)