Qeza derdora seat 21.00an de li ser Rêbeja Çewlig-Xarpêtê li nêzî mewqiya gundê Kurucayê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  ji ber berfa ku bariye wesayîta leşkeriyê şimitî û wergeriya. Di qezaya ku pêk hat de leşkerek jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn.

Piştî ku bi qezayê hat hisîn ambûlans sewqî cihê qezayê hatin kirin. Leşkerên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)