Masîgirên ku li derdora Pira Qantarê ya ku li ser Çemê Dîcleyê ye ji bûyerê bûn şahid derbarê mijarê de destnîşan kirin hinek kes bo masiya bigrin êmê bi jehr davêjin çem ku  ji ber vê yekê him masî telef dibin û him jî ajalên ku ji çem avê vedixwin telef dibin. Ji ber vê yekê masîgiran bang li rayedaran kirin da ku rê li ber vê yekê bê girtin.

Turgut Tekînê ku ji vê rewşê re bertek nîşan da derbarê mijarê de wiha axivî: "Di Çemê Dîcleyê de masî tên bijehirkirin. Jehrê davêjin çem û masî tên telefkirin.Divê ji vê re çareyek bê dîtin. Naxwe ew ê temamê heywanan telef bikin. Em bi şewkan masiyan digrin û her cara ku em tên vê derê, em  kesên ku bi jeneretor, dînamîtan masiyan digrin dibînin. Hinek kes naxasim van rojan jehrê bi kar tînin û masiyan telef dikin. Em ji rayedaran teleb dikin pêşiya vê yekê bê girtin."

Habîb Turanê ku wek amator masîgirtiyê dike jî derbarê mijarê de wiha got: " Nexasim li derdora Pira Kantarê hinek kesên xwe nexan bi jenerator, dînamît û hevîrên bi jehr masiyên di çem de telef dikin. Em dixwazin ku walîtî dest bavêje vî karî. Em şewkvan in û ji sibê hetanî êvarî di asta standart da masiyan digrin. Dema ku em masiyên biçûk digrin cardin wan berdidin avê. Em naxwazin ev cûr însan di çem de masiyan bi jehir bikin. Em dixwazin ku rayedarên li Êlihê li ser vê meselê bisekinin."

Turan di berdewama axavtina xwe de ji ber ku rayedar bi meselê eleqedar nabin ji wan gazinan kir û wiha got: "Derbarê mijarê de me serî li gelek saziyan da; lê belê tu kes bi me eleqedar nebû. Herî dawî em dixwazin ku bi riya çapemeniyê rewşê bibînin. Em masiyên 3-4 kîlo li ber çem dibînin. Ev masî ji ber ku ev rojan e telef bûne bêhn bi wan ketiye. Divê demildest dest bê avêtin vê mijarê. Nexasim ew kesên bi xweza û hawirdorê re têkildar in û sazî, komele û saziyên fermî  bila pêşiya ev cûre girtina masiyan bigrin. Naxwe sibe du sibe dê masî nemînin."(ÎLKHA)