Her roja ku derbas dibe hejmara kesên feqîr û bêkes zêdetir dibe, di ser vî halî de kesên ku ji ber şerên navxweyî yên li welatê xwe ji naçarî koç dikin jî zêdetir dibe. Entaba ku bajarekî mezin e, bi qasî mezinahiya xwe ji kesên feqîr û jar nexasim jî ji kesên koçber ên ku ji Sûriyê ji ber şerê navxweyî reviyane re dibe warê sitrînê. Kesên feqîr û penaber ên Sûriyê ji naçarî û bêderfetiyan mecbûr dimînin ku di jêrzemîn, dikan û cihên mîna wan ên ku bûne kavil de bimînin û hewil didin jiyana xwe di nav zehmetiyan de derbas bikin. Rayedarên Kerwana Ûmudê yên Entabê yên ku ji vê rewşa kesên feqîr û penaber haydar in heta ku ji destên wan tê hewil didin ji wan re bibin alîkar, lê belê ew jî heta derekî dikarin ji wan re bibin alîkar. Ji ber vê yekê rayedarên komelê ji xêrxwazan re bang kirin da ku di vê mijarê de ji wan re alîkarî bê kirin.
Nîhad Bakşiyê ji rayedarên Kerwana Ûmudê yê Entabê derbarê mijarê de diyar kir di demsala zivistanê de pêdiviya kesên feqîr û penaberên Sûrî nexasim ji ardûyên mîna komir û êzingan heye û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Em di demsala zivistanê de ji van malbat û kesên feqîr û penaber re alîkariya komir û êzingan dikin. Elbet ev arikariyên ku dê em ê bikin bi alîkariyên ku dê xêrxwaz bidin me ve girêdayî ne.Em dixwazin bo hemûyan belav bikin; lê belê derfeta me ew qas tuneye."
Bakşî di dawiya axavtina xwe de hedîsa Pêxemberê me Hz. Muhammed "Ew kesê/a ku cîranê/a wî/ê birçî be û têr razî ne ji me ye" di bîran xist û dû re bang li xêrxwazan kir da ku li van kesên feqîr û penaber xwedî bê derketin.(ÎLKHA)