Çavuşogluyê ku bi Waliyê Diyarbekirê re hevdîtin kir û dû re daxuyanî da, Çavuşoglu  di daxuyaniya ku da de  got ku ew ê Diyarbekirê bixin navenda balkêşiyê.

Çavuşoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir Diyarbekir bo welêt xwdî cihekî girîng e û dû re wiha li axavtina xwe zêde  kir: " Çawa ku Tirkiye bê Enqere, Erzerom, Trabzon û Bursa nabe bi heman awayî bê Diyarbekirê jî nabe. Cihê  Diyarbekir him li ba min û him jî di fikrê siyasî ya ku ez temsîlkarê wê me de gelekî girîng e. Bi rastî jî Diyarbekir bajarejî dîrokî û kevnar û ji medeniyetê re dergûştî kiriye. Ez dixwazim bibêjim, li vî bajarî  Mizgefta Mezin heye ku ew  ji camiyên ewil yên Anadoliyê camiyek e, û piştî Sedda Çînê xwediyê sûrên herî dirêj ê dinyayê ye. Ji ber ku min  xelkê vî bajarî nas kiriye gelek kêfxweş im."

Çavuşoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir "Diyarbekir ev 30 salên dawî bi terorê tê yadkirin ku vê yekê heq nake, li vê derê mixabin hilweşîn çêbû û însan hatin kuştin." Û  dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Elbet teror bes li hember însan, fikir û Îslamê dinmintiyê nake;berewajî li hember hemû tiştên ku nirxên hevpar ên însanetiyê ne dijmintiyê dike. Me Dêrên Katolîk û Protestan ên Ermeniya têxist bergeha xebatên restorasyonê. Em ê bo Diyarbekir bibe navenda balkêşiyê û bo ew 5 milyon turîstên ku me ew hedef kiriye werin van deran û bigerin, çi bikeve para me û çi ji destên me bê bikin."(ÎLKHA)