Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo hevdîtinên fermî bike çû paytexta Emerîka Washingtonê. Yildirim li vir daxuyaniyên girîng da û di warê îadekirina FETO de got 'Me ji hewceyê zêdetir belge teslîmî wan kiriye û pêwistiya tu belgeyên nû tuneye ku em teslîmî wan bikin.' Li hêladin Yildirim di warê daxuyaniya Dewlet Bahçelî ya ku di heqê bendava hilbijartinê dabû de jî daxuyaniyên girîng da.
Serokwezîr Yildirim derbarê qeyrana vîzeyê ya ku di navbera Tirkiye û Emerîka heye de got berî niha rojê 400 vîze dihat dayîn lê belê êdî dê 100 vîze bên dayin.
Yildirim destnîşan kir ku di navbera me û Emerîka de di mijarên girîng de pirsgirêk hene û wisa pê de çû: "Ne rast e em bibêjin têkiliyên me yên bi Amerîkayê re di asteke mukemel de ne. Pirsgirêkên me yên cidî hene. Em ê bibêjin êdî lazim e ev pirsgirêkana li paş bimîne û pêwist e em berê xwe bidin pêşerojê."
Serokwezîr di mijara îadekirina FETO de jî wiha got: "(Teleba îadekirina Gulenê serokê FETOyê) Ji aliyê me ve her tişt, hemû agahiyên di destê me de hatine şandin. Di vî warî de hewcedariya tu delîlên nû tuneye. Ez dikarim bibêjim ku ji hewceyê zêdetir belge hatine şandin. Ji niha pê ve hêviya me ew e ku meqamên eleqedar ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dest bi xebatê bikin."
Yildirim diyar kir ku xebatên di warê amadehiya qanûna guncaniyê de dewam dike û li axaftina xwe weha zêde kir: "Her partî ji aliyê xwe ve xebatan dike. Komîsyoneke ku me di AK Partiyê de ava kiriye heye. Ev komîsyon niha li ser hemû mewzûatan xebatan dike. Niha lêkolîn li gor guhertinên piştî referandûma 16 nîsanê tên kirin da ku di kîjan qanûnê de guhertin bên kirin da bên tespîtkirin. Di vî warî de teklîfên guhertinê yên derbarê vê mijarê de dê bên anîn Meclîsê û dê li serê hevdîtin bên kirin."
Serokwezîr Bînalî Yildirim derbarê gotinên Devlet Bahçeliyê Serokê Giştî yê MHPê yên ku derheqê bendava hilbijartinê kiribûn de jî wisa got : "Ger partiyên din jî van mijaran bînin rojevê em ê jî helbet bi hev re rûnin û em ê her cure pêşniyariyan binirxînin. Em ê ji aliyê baş û xirab ve binirxînin û biryarê bidin. Ma em ne bi tena serê xwe ne da em bêjin 'bila rabe an bila zêde bibe û an jî bila kêm bibe' ev pir ne biwate ye."(ÎLKHA)