Di daxuyaniya ku ji teref Midûrtiya Ewlehiyê ya Bajêra Wanê ve hatiye dayîn de hat ragihandin di 7ê Mijdarê derdora seat 19.30an de ji teref wezîfedarên Midûrtiya Şubeya Mucadeleya bi Sûcên Narkotîk ve li ser Rêya Ercîşê di qamyonekê de tev de 59 kîlo û 430 gram eroîn hat bidestxistin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin kesekî ku têkiliya wî bi bûyerê re heye hat binçavkirin û lêpirsîn berdewam dike.(ÎLKHA)