Li ser 7emîn kîlometreya Rêbeja Bedlîs-Diyarbekirê li Kavşaxa Rêya Hawirdorê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin doh derdora seat 17.00an de li ser 7emîn kîlometreya Rêbeja Bedlîs-Diyarbekirê li Kavşaxa Rêya Hawirdorê wesayîteke ku ber bi Diyarbekirê ve diçû û navê ajokara wê û plaqeya wê nehat hînbûn û wesayîta bi plaqeya 13 AD 567 li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek birîndar bû.
Kesê ku birîndar bû bi ambûlansê hat rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)