Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Îsmet Yilmqaz derheqê pergala nû ya perwerdehiyê de daxuyanî da. Li gor daxuyaniya Îsmet Yilmaz digel pergala bicîkirina mehellî ya bê îmtîhan a nû  ew ê xwendevan karibin ji 5 mektebên li nêzî mala xwe yekî bihilbijêrin. Xwendevanên ku bixwazin li mektebên bi wesf û baş bixwînin ew ê têkevin îmtîhana navendî ya "li gor daxwazê."

Wezîr Yilmaz her wisa diyar kir îmtîhana navendî dê 90 deqîqe be û dê di îmtîhanê de tev de 60 pirs bên pirsîn û dû re wiha got: "Ew ê îmtîhan ji du beşên bi navê Sozel û Sayisal pêk bê û dê di dawiya heftiyê ewil a meha hezîranê de bê kirin.(ÎLKHA)