TSK destnîşan kir di operasyonên ku di navbera 26ê Cotmehê û 2ê Mijdarê li dijî PKKê hatin kirin de 66 PKKyî hatin kuştin.
Di daxuyaniya ku derbarê mijarê hat dayîn de wiha hat gotin: " Di bergeha operasyonan de li Hekarî/Şemzînan, Sêrt/Perwarî, Diyarbekir/ Pasûr, Farqîn, Erzerom/Şenkaya, Erdexan/Gole, Qars/ Sarikamiş, Bakurê Iraqê(Zap, Avaşîn-Basyan)ê operasyon hatin lidarxistin. Di encama operasyonan de 4 kesên ku jê navên wan di lîsteya lêgerînê de hebûn tev de 66 kes PKKyî hatin kuştin."
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin di operasyonan de 9 leşker jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)