Ji teref Bankaya Navendî ve enflasyona dawiya salê taxmînî wek ji sedî 9,8 hat eşkerekirin.
Murat Çetînkayayê Serokê Bankaya Navendî di daxuyaniya ku derbarê mijarê belav kir de wiha ragihand: "Em taxmîn dikin enflasyon dê di dawiya sala 2017ande bide ji sedî 9,8 û di dawiya sala 2018an de ji sedî 7, di dawiya sala 2019an de ji sedî 6 kêm bibe û ew ê di wadeya navîn de jî di asta ji sedî 5an de bisekine."(ÎLKHA)