Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Serokomartiyê ve hatiye dayîn de derbarê mijarê weha hat gotin: "Dostîtiyeke baş û qedîm a Fransayê bi Kurdên Iraqê re heye. Her wiha Franse her tim hewil daye da ku di Makeqanûna Iraqê de ji mafên Kurdan cî bê dayîn."
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin Serokomarê Fransayê ji dev ji kar berdana Serokê Birêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî agahdar e û dû re wiha hat gotin: "Serokomarê Fransayê li hember wê rol û erka dîrokî ya Serokê Birêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî ya di Serokatiya Kurdistanê Iraqê de re hurmetdar e. Serokomar her wisa ji ber ku di şerê li hember DAIŞê de bi saya Pêşmergeyan netîce hatiye standin ji xebatên Mesûd Barzanî re hurmetdar e. Dostîtiyeke baş û qedîm a Fransayê bi Kurdên Iraqê re heye. Her wiha Franse her tim hewil daye da ku di Makeqanûna Iraqê de ji mafên Kurdan cî bê dayîn. Hilbijartinên ku dê di dahatûyê de li heremê bên kirin dê sûdê bidin qewîbûna demokrasiyê ya li Kurdistanê. Serokomarê Fransayê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji ya Iraqê daxwaz dike ku ew ji operasyonên leşkerî dûr bibin û daxwaz dike bo ku aştiyeke mayînde ya bi desteka Neteweyên Yekbûyî were Iraqa neperçebûyî serîlêdana gotûbêjê teklîf dike. Fransa bo gotûbêj hêsan bibe dê heftiyên pêşiya me xebatan bide destpêkirin."(ÎLKHA)