Hat ragihandin li Zaxoya Kurdistana Iraqê avahiyên Hareketa Goranê û Yekîtiya Nîştîmanên Kurdistanê hat şewitandin.
Berpirsê Zaxoyê Amir Dehlekî derbarê mijarê de ji televîzyona Yekîtiya Nîştîmanên Kurdistanê re axivî û diyar kir pêşî li ber avahiyê xwepêşan hatiye li darxistin û dû re êrîş hatiye kirin.
Dehlekî her weha diyar kir avahiya partiyê û radyoya di nav avahiya partiyê de hatiye şewitandin û di bûyerê de tiştek bi tu kesî nehatiye.
Di daxuyaniya ku ji teref Goranê ve ji ser hisabe fermî ya twîtterê hatiye dayîn de hat destnîşankirin avahiya wan a li Zaxoyê hatiye şewitandin.(ÎLKHA)