Hat diyarkirin ew ê Serokê Herema Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî di yekê mijdarê de dev ji wezîfeya xwe berde. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu derheqê vê îddayê de  daxuyanî da û diyar kir: "Barzanî dê bi xwe derbarê dahatûya xwe de qerarê bide."

Li gor xebera ku Rûdawê ragihand  Barzanî di nameya ku şand ji Parlementoya Kurdistanê de daxwaz kir ku rayeyên wî di navbera parlemento û hikûmeta Herema Kurdistanê de bên belavkirin.(ÎLKHA)