Şêx Seyîd Muhammed Marufê ku ev demek dirêj ji ber nexweşiya xwe li Stenbolê di nexweşxanê de tedawî didît doh êvarî di 92 saliya xwe de rehmet kir.
Ew ê cenazeya Şêx Maruf îro ji Balafirgeha Êlihê bê girtin û dê bê birin Camiya Dergahê û ew ê piştî nimêja cinazê li Goristana Çamlicayê bê definkirin.
Şêx Seyîd Muhammed Maruf Yildirim kî ye?
Şêx Seyîd Muhammed Maruf Yildirimê alim û rîspiyê heremê di sala 1925an de li Bêcirmana Gercewsê hat dinyayê.
Li Cizîra Şirnexê li ba Şêx Seyda Elcezerî dersên tefsîr, mantiq, hadîs û temamê ilmên din tehsîl kir.
Şêx Seyîd Muhammed Marufê ku xalîffetiya tarîqatên Naqşîbendî, Qadîrî û Rufaî kiriye û eslê xwe ji nesla Seyîd Bilal e Huseyînî ye û nesla wî digihije Hz. Muhammed.(ÎLKHA)