Li Pendîka Stenbolê kesekî ku nasnameya wî ne diyar e bi tifingê gule berda li ser xwendekarên ku li ber mektebê kom bûbûn, di encama bûyerê de xwendekarek jiyana xwe ji dest da û 2 xwendekar jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin kesê êrîşkar ne xwendekar e û piştî êrîşê êrîşkar di derenceyên şewatê yên mektebê de zendexên xwe bi jiletê jê kir û hewil da întîhar bike.

Hat hînbûn êrîşkar hatiye binçavkirin û kesên birîndar jî hatine rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)