Cyrill Nunnê Balyozê Baxdayê yê Almanyayê bi Mesûd Barzaniyê Serokê Kurdistan Iraqê hevdîtin kir. Cyrillê ku derheqê qeyrana siyasî ya Iraqê û derheqê referandûma 25ê Îlonê de agahiyan da derbarê mijarê de got "Emniyet û ewlehiya Kurdistanê bo welatê wî pir muhîm e."

"Kurdistan dê tu gavên ku dê bibin sedema mezinbûna qeyran  û rageşiyê navêje"

Di hevdîtina ki hat kirin de Mesûd Barzanî helwesta Almanyayê ya di warê qeyrana di navbera Hewlêr û Baxdayê de taqdîr kir û wiha got: " Xelkê Kurdistanê di nav derdora aştiyê de raya xwe da. Referandûma Kurdistanê îradeya xelkê ye. Kurdistan dê tu gavên ku dê bibin sedema mezinbûna qeyran  û rageşiyê navêje. Em bêyî dayîna şert û mercan  bi ajandayeke rojane amadene ku bi Baxdayê re hevdîtinê bikin."

Nunn bi xwe jî di hevdîtina ku hat kirin de diyar kir pêwîst e ew qeyrana  di navbera Baxda û Hewlêrê de bi rêya gotûbêjê bê çareserkirin.(ÎLKHA)