Berî vê çend rojan li Taxa Sala Sedemîn a Agiriyê  qîzikeke biçûk bi dîreka ceyranê ve ma û jiyana xwe ji dest da. Taxî piştî mirina qizîka biçûk ji rayedaran re bertek nîşan dan û diyar kirin li taxê hêj tu tedbîr nehatiye standin.

Şêniyên taxê diyar kirin ev 5 meh in wan serîlêdanan dikin, lê digel van serîlêdanan tu tişt nehatiye kirin û di netîcê de Medîneya 7 salî roja duşemê di seat 02.30an de bi ceyranê ve ma û jiyana xwe ji dest da. Taxî diyar kir ew cardin naxwazin bûyereke wisa bijîn.

Şêniyên ku bi hewildanên xwe bi naylonan dîrekê dorpêç kirine di rayedaran xwestin ku êdî bila mexdûriyeta wan bê dîtin.Şênî her wiha diyarkirin li pişta dîreka ku lê ceyrana qeçax heye mekteb heye û her roj bi sedan xwendekar ji vê guzergahê diçin û tên.

Şêniyên taxê bi xwe vîdyo kişandin û ji xeta xeberan a WhatsAppê ya ÎLKHAyê re şandin û di vîdyoyê de bang li Waliyê Agirî, Serokwezîr û Serokkomar re bang kirin û xwestin ku problemên wan bên çareserkirin.(ÎLKHA)