Li taxa Göllüceya girêdaye navçeya Şehîtkamîla Entabê, ji ber biçûkbûnê berî vê çend salan camiya taxê hatibû xerakirin û welatî 5 wext nimêjên xwe di dikaneke vala de dikirin. Ji sala 2015an vir ve camiya ku bo berfirehkirinê hatibû xerakirin ev 3 sal in ku temam nebûye. Xelkê taxê ji ber vê yekê bi îmkan û derfetên xwê dikanek deman kirine û 5 wext nimêjên xwe li dikanê dikin. Ji ber ku înşaeta camiyê nehatiyê qedandin xelkê taxê û cemaeta camîyê  tepkî û bertekan nîşan didin.

Ji cemaeta camiyê Ahmet Özkan îfade kir ku qaşo camiya me wê di salekê de bihata qedandin, lê bele xebatên înşaeta camiyê pir giran dimeşe û camîya me û camiya Şêx Şamîlê bi hev re hat xerakirin, lê di mehên berê de Serokê Karên Diyanetê Mehmet Görmez hat û Camiya Şêx Şamîl ji xizmetê re vekir.

Özkan di berdewama axaftina xwe de diyar kir camiya wan hêj nehatiye temamkirin û dû re weha got: " Seroka Şaredariya Bajarê Mezin Fatma Şahîn camîya me ziyaret kir. Rewşa camîya me ya berê ne baş bû. Ji ber vê yekê biryara xerakirina camîya me hat dayîn û wê di salekê de biqedînin û teslîm bikin. Camîya ku hat gotin wê di salekê de bê qedandin, ev 3 sal çê bûn ku hê jî neketiye falîyetê."    

 "Em di dikaneke vala de nimêjên xwe dikin"

Özkan, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Ger qata zemînê hatiba temamkirin, wê ji bo cemaeta camîye xweştir bûba. Taxa Karaoğlan û Göllüceyê taxên mezin in. Temamê cemaeta me belav bû. Niha em di dikaneke vala de nimêja xwe dikin. Em kirê, ceyran, û ava dikanê wek cemaetê didin. Ev dikan zivistanî pir sar dibe, havînî jî zahf germ dibe. Ji ber vê yekê pir kes nayên nimêja  cemaetê. Lewra ciyê ku meriv destmêjê bigre tuneye. Em zehf tengasiyê dibînîn. Ji me re gotibûn camiya we wê di nava salekê de bê qedandin."

"Em dixwazin camîya me ji xizmetê re were vekirin"

Hayrî Kocaslanê ku xwest camiya wan demildest bê vekirin derbarê mijarê de diyar kir ew bes nimêja înê li camiyeke din dikin û 5 wextên din ên ferz li dikaneke ku ew kirê kirine de eda dikin. Kocaaslan dû re weha pê de çû: "Camiyên din ji me dûr in, em perîşan dibin. Di taxa me de îxtîyarên me hene û nikarin herin camiyên dûr."

Kahraman Kütükê ku diyar kir  ew bi firmaya ku camîyê ava dike re  axivîne derbarê mijarê de wiha axivî: "Ji mer re gotin ku ew ê camiya wê herî dereng di salekê de xelas bibe. Camiya Şêx Şamil a li jora me ye piştî ku heftîyek ji ser xerakirina camiya me derbas bû re hat xerakirin, lê belê  ew camiya bi navê Şêx Şamil  ev saleke kuji xizmetê re hatiye vekirin. Lê belê em diherin camiyên cûda û nimêjên xwe li wan dikin. Ger erebe hebe ez diçim camîyê û erebe tunebe jî ez nikarim herim camiyê, lewra bêhna min diçike û ez nikarim bimeşim. Rîcayeke me  heye, bila camîya me gavek berî gavekê biqedînin. Min vê dikanê kirê kir, di serî de me kirê nedida. Lê belê pîştî hinek zeman derbas bû, xwediyê dikanê ji me kirê xwest. Cemaet di nav hevde pare kom dikin û kirya dikanê didin."  

Ji ehlê taxê xaltiya Gullu jî weha got: "Ev serê 3 sala ye ji ber ku camî li nêzîkî taxa me tuneye em di meha Remezanê de ji mecbûrî terawîhên xwe li mal dikin û em dixwazin gavek berî gavekê camîya me ji xizmetê re were vekirin. Ji ber ku camiya me di înşeatê de ye di tatîlê de zarokên me ji bo derswergirtina Qurana Pîroz diçin camiyên dûr û hin zarok jî ji ber camî tuneye nikarin herin dersa Quranê."(ÎLKHA)