Li gor agahiyên ku hatine wergirtin derdora seat 15.30an de tankera sotemeniyê ya di fabrîkayekê de teqiya û ji ber tundiya teqînê parçeyên tankerê li derdorê belav bûn.
Ji ber teqînê gelek ambûlans û yekîneyên îtfayê sewqî cihê teqînê hatin kirin. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. 2 kesên ku giran birîndar bûbûn sewqî Diyarbekirê hatin kirin û hêj sedema teqînê nayê zanîn.
Kesê bi navê Şemseddîn Özcan ê ku tankera sotemeniyê ji ber teqînê ket nava kargeha wî derbarê mijarê de diyar kir şewat li hember derket û qazana wan a hilmê ket ser banê meç
Zîwer Ekînê ku ji teqînê re bûbû şahid jî derbarê mijarê de wih axivî: "Pêşî wîncê tamîr dikir, piştî tamîrê şewat derket. Gazî îtfayê kirin. Piştî 10 deqîqeyan teqîn çêbû û perçeyên tankerê belavî derdorê bûn."
Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARê Dawûd Şahîn û digel heyeta pê re kesên ku di teqînê de birîndar bûne li nexweşxanê ziyaret kirin.(ÎLKHA)