Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz bo beşdarî 2yemîn Kongreya awerte ya Serê Kanîyê bibe li hat Rihayê. Yavuz, derbarê rojevê de beyanatên muhîm da.

Mehmet yavuz, derbarê mijara Sûrî, referandûma Herêma Kurdistana Iraqê, xetayên ku di pêvajoya çareseriyê de hatine kirin û têgihîna siyasî ya HUDA PARê û di mijarên din de agahiyên girîng da û got "Di navenda sîyaseta HUDA PARê de menfaet tuneye, însan û edalet heye."

Yavuz îfade kir ku di têgihîna siyasî ya HUDA PARê de maf û hiqûqê şexsekî jî pir pîroz e û wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di sîyasetê de 2 şîarê HUDA PARê yên esasî hene. Yek ji van şîaran însan e ya din jî edalet e. Însan di navenda Qur'anê de ye jî. Em behsa Tirk, Kurd, Ereb, Îngîlîz, Laz û Çerkezan nakin, tenê em behsa însanan dikin. Hûn nikarin jiyana însanan ji tu berjewendiyê re feda bikin. Dema hûn feda bikin tevlihevî, alozî, hîlekarî û herba navxweyî wê derkeve. Ger hûn vanan li ser nasnameya Mislimantiyê bikin ev ê bibe qebehet û zilm. Hûn çi armanc bikin hûn ê  bi ziddê wê bên cezakirin. Ji ber wê em Însanan dixin navendê û em dibêjin her tişt jibo Însan... Xwedayê me kâinat, ba, tav, hîv û stêrk tev musexerî emrî însan kiriye û ji bo însan serê wan daye tewandin. Dewlet jî, dîn jî, tev bo însan e. Ji ber wê, di siyaseta HUDA PARê de heq û hiqûqê însanekî wek heq û hiquqê tememê însana bi rûmet e. Mafê jiyanê nikare bê piştguhkirin. Ger hûn dewleta xwe, rêxistina xwe an jî partiya xwe teqdîs bikin û hûn mafên însanan bavên hêlekê, divê we qumça gomlekê xwe ji serîde xelet girêdaye. Ji bo veya em dibêjin ji bo edalet û rûmeta însaniyetê HUDA PAR!"

Yavuz, di berdewama axavtina xwe de gotina "Ji siyasetê fehm nakin" a ku ji bo HUDA PARê tê gotin nirxand û wiha got: "Dem bi dem hin kesan digotin û dibêjin HUDA PAR ji siyasetê fehm nake û bi vî aqilî hûn nagêjin tu derê. Em jî dipirsin: gihaştina dereke çi ye? Ger gihaştina derekê derewkirin, bêbextî, xwarina heram û bi destdirêjkirina heq û hiqûqê însanan û bidestxistina menfaeta dinyayê , bidestxistina 550 parlamenteran û şaredariyên Tirkiyê be; Xweda wan rojan neke nesîbê me û li heram bike. Feqet ger gîhaştina derekê çawa ku Xweda tarîf kiriye xizmetkirina ji hemî evdên Xweda re be, rêzdarîya heq û hiqûqê însanan be, li dijî me be jî bi edalet tev bi gerin, ji bo dinya û axreta mirovahiyê şev û roj xebitandin be û li hember van tiştan ecr u mukâfata xwe tenê ji Xweda bixwaze ku em bawer dikin divê wiha be, belê em talibê  vê ne û em ê wê rast bikin. Ji serî vir ve em vê dibêjin. 'Di şûna em ê di rêya şaş de wek hespê pêşbazîyê bi suret herin em vê tercîhî rêya rast û dirust ya ku wek kîso hêdî diçe çêtir dibînîn. Çawa ku dewlet berjewendîya xwe pêşve digre û em jî vê çêtir dibînin. Ji me re ev tercîh wek hebûna me rast e".               

Yavûz, di heqê qanûna bingehî ya nûh de jî axivî û weha got: "Me her tim piştgirî da qencîyê. Di referandûma 16ê Nîsanê de, digel hemî, îtîraz û sûçdarkirinan, 'bi sûcdarkirina partiyeke ku di sîya xwe de sîyasetê dike' em ji lewmekirina lewmekaran ne tirsîyan. Ji bo statuko û qanûna bingehîn bê guherandin gav hat avêtin, digel kêmasiyên wê jî hebûn me ehemmiyet û piştgirî dayê. Ger carek din were pêşîya me emê dîsa piştgiriyê bidinê. Ji ber vê teredûda me tuneye. Li gor me guherandina qanûna esasî ya sala 1982 an ji teref cuntaya eskerî ve hatiye çêkirin, ji bo vî milletî qencîya herî mezin e. Ji ber vê yekê  em wek li ser heqiyê alîkariya hevdû bikin, li ser neheqî yê jî alîkariya hev nekin; ev ji me re hatiye emirkirin. Ev li gor hebûna jiyana me ya rast e. Lê belê em ji bo xeletiyê hatine kirin dibêjin 'Na' û  biştgiriyê nadin wan."

Yavuz, da zanîn ku me di pêvajoya Surî de însan xist navendê û weha li axaftina xwe zêde kir: "Me got li Sûriyê rejîmek despot heye û li gelê xwe zilmê dike. Ev rast e. Le belê ji bo hûn vê rejîmê biguherînin sîlehan têxin destê xwe û hûn baweriya xwe bi wan dewletên ku dibêjin em dostên Sûriyê ne, lê di ya rastiyê de Xweda wan wek dijminên xwe nîşan dide bikin ew ê tevlîhevî derkeve. Me got ger piştgiriya sîlehî bê dayin û xwastina ku rejîm bi sîlahan were guherandin, wê vî milletî perîşan bike. Em vê dibêjin: pêwîst e ku li ba hikûmet û Serokcûmhûr dostên wek dostê Hz Omer hebin. Dema xeletîyek bê kirin wê bêjin ezbenî ev biryara we ne rast e. Ev xeletiya ji bo we û welatên Îslamê felaketê wê bîne, ji kerema xwe re ji vê qirarê vegere, bi vî awayî dostên wek dostê Hz Omer lazim in. Me ev pir gotin, lê belê me dengê xwe neda bihîstin. 'Lê belê gotinên wek berjewendîyên dewletê vê hewce dike, pêwîst e em bi Emrîqa re hereket bikin. Emrîqa, Firensa, Îtalya, û Siûdî li hev kom bûn û xistin serê xwe da ku Esad biqelibînin û gotin berjewendiya dewletê jî di vir de ye.' Hereketkirina li gor berjewendiyê bilançoyeke giran ji me re dihêle ku Li Tirkiyê vê yekê herî baş Serê Kanîyê dizane."(ÎLKHA)