Gundîyên li gundê Çomaka navçeya Azarpêrtê dijîn, dan zanîn ku digel qedroya gundê wan heye jî ev nêzî 2 salan e, gundê wan bê mela ye, ji ber vê yekê nimêjên wext, înê û îdan nikarin bi cimatî bikin. Dema li gund kesek wefat bike ji bo definkirinê, mela ji gundên derdorê tînin.
Ji gundîyan Mehmet Köseyê ku emrê wî 70 sal e ji ber ku nifûsa gundê wan 500 kes in û gundê wan bê mela ye ji rewşê tepkî û bertek nişan da û got, me camî û mala mela bi derfet û îmkanên xwe avakir û weha li axaftina xwe zêde kir: "Melayê gundê me tuneye. Li gundemê qedroya mela heye, lê diçe li gundekî din wezîfê dike. Heyf e, gune ye. Camî heye, mala mela heye, xanî raxistiye. Bi ser de me pergalên enerjiya tavê danî ser xanî, lê belê mela li gundê me tuneye. Ev qas însan li gund dijîn, yek bimrî kî yê wan bişo, wan defin bike? Me qey mela li memleket nemaye? Kesên tayîna wan li derê wanî derdikeve li navenda navçeyê wezîfe didin wan. Pirsgirêkên me pir in. Mezinên me li vir jiyane. Em vir berdin û kû de herin? Em ji qeymeqam û walî dixwazin gavek berî gavekê melakî ji me re bişînîn".
Selahattin Gülükê ku muxtarê gundê Elmadüzê yê ku cîranê gundê Çomakê ye îfade kir ku: "Ez di navbera her dû gundan de dolmîşçîtîyê dikim. Her tim ez diçim gund û têm. Li vî gundî gelek caran însanên me wefat dikin, em ji gundên derdorê mela peyda dikin. Ev tewreke wehîm e. Qedroya vî gundî heye;lê belê li derê din wezîfê didin wan. Ev ne tewreke rast e. Camîya gund heye, mala mela heye. Ev der gundekî 50 xaneyî ye û camiya wê heye. Lazim e mexdûriyeta vî gundî bê çareserkirin."
"Ji ber ku mela tuneye em nikarin nimêja Înê bikin"
Ji şêniyê gund yekî îfade kir, ji ber ku mela tuneye em nikarin nimêja înê bikin û nimêjên wextane ji em bi serê xwe dikin. Gundiyekî din jî xwest ku rayedarên Diyanetê bila vê mijarê çareser bikin.(ÎLKHA)