"Xelk bendewar bû ku ji bo van mişkîle û zehmetiyan çareseriyên mayînde bê kirin..."
Di daxuyaniya ku ji teref Serokatiya Îqtîsadî ya HUDA PARê ve hatiye belavkirin de hat diyarkirin 'Zehmetî, derd û kûlên di qada îqtîsadî de yên pîşêsazkar, ticar û esnafan berdewam dikin' û dû re wiha hat ragihandin: " Xelk bendewar bû ku ji bo van mişkîle û zehmetiyan çareseriyên mayînde bê kirin; lê belê li rasta zama ji sedî 40 a ku li baca wesayîtên bi motor hat kirin hat. Ew zama ji sedî 40 a ku hat kirin di nava civakê de bû sedema înfîalê. Îqîtîsada welêt û rewşa xelkê nikare vê zêdebûn ango zama ku li bacan hatiye kirin rabike. Zêdebûna bihaya bacan tê xwestin bi parastina neteweyî ve bê girêdan ku ev yek girtina li ser xeletî û bêkerbûnên xwe girtine."
Di berdewama daxuyaniyê de derheqê girtina Deriyê Sînor a Xabûrê de hat diyarkirin ger Xabûr bê girtin dê ev yek bibe sedema di serî de mişkîleyên îqtîsadî û her wisa dê bibe sedema derketina netîceyên neyînî yên civakî û siyasî.(ÎLKHA)