Di lêpirsîna ku bi giliya pîreka bi navê  A.Ç. ya ku êrîş lê hatibû kirin hatibû destpêkirin de kamerayên ewlehiyê hatin kontrolkirin û nasnameya êrîşkar hat tespîtkirin.

Êrîşkarê bi navê Hakan D. yê ku li Ataşehîra Stenbolê pêşî bela xwe li pîreka bi tesettur a ku li ser payerêyê birêve diçû da û dû re jî êrîşî kiribû piştî muameleyên li ewlehiyê sewqî mehkemeya nobedar hat kirin. Hakan D.yê ku sewqî mehkemê hat kirin ji teref dadgeha nobedar ve hat girtin û kesê êrîşkar hat şandin girtîgehê.(ÎLKHA)