2yemîn Kongreya Awarte ya Teşkîlata Navçeya Hîlwanê ya HUDA PARê li salona konferansa Odeya Zîraetê  pêk hat.

Bername, bi xwendina Qur'ana pîroz dest pêkir. Teşkîlata Hîlwanê ya HUDA PARê derbarê xebatên heta niha hatine kirin de danîşana sînewîzyonê da temaşekirin. 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M.Bahattîn Temel, xîtabî beşdarvanan kir û weha got, ger li welatekî edalet hebe, wê ew der bibe mayînde û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Çar sal berê me got , 'sîyaseta durust, edaleta rast' û em derketin vê rêyê. Di vî 4 salî de me li ser navê heqî û di fêda gelê xwe de me çi tiştê bi xêr dît me pîştgirî dayê. Ji kê were bila were ger gotinek an îşekî rast û musbet be, me bi eşkere destek dayê. Li hember vanan tiştekî xelet li nêzîkî me be jî, em li hemberî wan sekînin. Bi vî awayî me xatirê heqiyê bi ser xatirê hertîştî re girt. Ji ber vê nêzîkbûna me ya rast û durustî, em marûzî  curbicur zext û zilman bûne. Ji ber vê tewra me ya rast, gelek caran em marûzî gelek êrîşên PKKê û kesên di nava dewletê de bicîh bûne mane. Di vê rêyê de, me gelek ciwanên xwe, ezîzên xwe û Yasînên xwe şehîd dane. Digel van zext û zehmetiyan, em ne tirsiyan û sist nebûn û bi alîkariya Xwedê em li ser piyên xwe man."  

"Em neha ji pêvajoyek bi zehmet re dibin şahid"

Temel di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji dîroka Cumhurîyetê vir ve dixwazin tevgerên erênî bidomin û dû re  weha got: "Me di van mijaran da musbet hereket kir. Me ji bo menfaeta Mislimanên cîhanê û welat, fikr û ramanên xwe yên sîyasî terk kirin, tenê ji bo Misliman zirarê nebînin. Lê niha em dinêrin, em niha ji pêvajoyeke bi zehmet re dibin şahid."

"Ger em li mezlûm û Mislimanan hemêzê divekin, gerek em ferqiyê nexin navbera wan"

Temel hişyarî da û got, ger li mezlûm û Mislimanan hemêz tê vekrin, gerek tu ferq neyê xistin navbera wan û weha pê de çû: "Pêwist e em hemêza xwe ji Kurdan, Tirkan, Ereb û Eceman re vekin. Dema Qatar xistin bin ambargoyê tewra îdarevanê Tirkî bû çi? Kesên di qelbê wan de wijdan û merhamet heba, karîbû li hember embargoyê derketa? Na. Lewra  hereketek erênî bû. Dema li Araqanê Mislimanên jin, zar û zêç duçarî komkujîyê man,  îdarevanên me çûn hawara wan. Dema me îdarevanên xwe li wir dîtin, em kêf xweş bûn û me ji Xwedê re hemd û dua kir. Me got divê ev îşa wisa be".

"Ji ber ku diçin referandumê ew qas zext û zordarî çima?"

Temel, da zanîn ku tîştên me ji bo Sûriyê digotin niha em ji bo Kurdîstana Iraqê jî dibêjin û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ev zimanekî çawaye? Welatiyên li wir ji xizmê welatiyê we ne û cîranê we ne û mezlûm in, bi salan e dûçarî zilim û tengasîyê mane. Bi qasî hejmara wan bi kîmyasalên Seddam bi awakî wehşîyane hatine definkirin. Ji ber ku diçin referandumekê ew qas zext û zordarî çima? Nuxteyeke girîng a van mezlûman heye ew jî Tirkiye ye. Ger Tîrkiye li wan mezlûman hemêzê veke û li wan xwedî derkevî û Îran jî xwedîtîyê li wan bike van însanan qerpala sîyonîstan naxin destên xwe û kil nakin û nahêjînin. Yeqîn bikin wê beyreqa Tirkiye bigrin destên xwe û kil bikin.  Ger bi girtina derî ew carekê zirarê bibînîn emê wek dewlet û herêmê hê zêdetir xisarê bibînîn, heqîket ev e".

"Ger welatek bi adil tevgeriyabe mayînde bûye"

Temel, anî ziman ku divê di pêvajoya referandûmê de bi aqlêselîm hereket bê kirin û axaftina xwe weha domand: "Zimanê niha tê bikaranîn berberiyê dixe nav civakê, zimanê bihevkirinê hê li we tê. Em dibêjin ger hûn ew qas dixwazin ji mezlûman ra bibin hêvî û umîd lazim e hun bi awakî musbet karibin qelbê van însanan jî qezenc bikin. Lazim e qiymetdayina kesê Misliman tenê însanî û Îslamî be. Em bi dengê bilind dibêjin ger menfaetê mîllî bi hiquqê biratiyê re zit bikeve, lazim e meriv hesabê axîretê bike û li cem heqiyê cîh bigre. Li tarîxê binêrin, ger welatek bi adil tevgeriya be mayînde bûye. Bi vê wesîleyê em careke din dibêjin di heman mijaran de li hember herkesî bi edalet bin. Em dibêjin, refah û xelasiya dewletê di vir de ye".

"Em ji roja ewil ve li hêla parvekirineke bi edalet û durust in"

M.Bahattîn Temel di dawiya axaftina xwe de weha got: "Em ji roja ewil ve li hêla parvekirineke bi edalet û durust in. Herdem em veya dibêjin û tiştê ji destên me tên em dikin. Kîja îderavan  adil be bi îzna Xwedê wê muwaffaq bibe, kî jî ji edaletê dûrkeve ne mumkun e iqtidara wan dewam bike. Pêxemberê ferman kiriye 'dibe ku kufur berdewam  bike, lê belê zilm esle dewam nake."(ÎLKHA)