Hat ragihadin di êrîşa çekdarî ya ku li Las Vegasa Amerîkayê hat kirin de hejmara kesên ku mirin derket 50î.

Hat diyarkirin êrîş bi çekên otomotîk ve hatiye kirin û temena êrîşkar 64 salî ye û mêr e.

Joseph Lombardoyê Şerîfê Polêsên Las Vegasê ye derheqê mijarê de diyar kir êrîş ji 32emîn qeta otelê hatiye kirin û pîrekek jî ji kesê êrîşkar re bûye alîkar. (ÎLKHA)