Zekeriya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Entabê beşdarî  2yemîn Kongreya Awarte  ya Teşkîlata Navçeya Şahînbeyê bû. Yapicioglu di axavtina xwe ya ku li vê derê kir de diyar kir "Ev doz ne doza eyarekî ye, ev doz qet ne doza meqaman e. Ev doz doza hakîmkirina heq û edaletê ye."

 "Her cûr dabeşkirin di nezera me de merdût e û divê bê redkirin"

Yapiciogluyê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir "Em ji 80 milyon hemwelatiyên xwe re dibêjin welatiyên sinifa yekemîn" û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Temamê însanan ji xûliqandinê ve wek hev in, temamê kesên ku bawer dikin, temamê muminan birayên hev in. Niha dema ku em van tiştan dibêjin hinek kes weke ku em dabeşkeriyê dikin ji me re hev û bibin yek. Her cûr dabeşkirin di nezera me de dibêjin 'dabeşkariyê nekin.'  Em dibêjin  li ser qehra temamê dabeşkeran em werin bal merdût e û divê bê redkirin. Edalet tiştekî wisa ye ku divê di her şert û mercan de  ji teref hemû kesî ve bê tetbîqkirine. Zulm di mana xwe ya rastî de haram e. Li tu derê cîhanê însanek bi tu hincetê nikare zilmê li însanekî din heta li candareke din bike."(ÎLKHA)