Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku bo beşdarî kongreya partiya xwe ya teşkîlata navçeya Eyyubiyeya Rihayê bibe hat navçê di bernamê de axavtinek kir.
"Pêşî edalet û însan"
Yapicioglu di axavtina xwe de di bîran xist ku ew di dawiya sala 2012an de bi gotina "Pêşî însan, pêşî edalet" derketine rê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Hedefa me ya ewil ji nû ve tesîskirina edaletê ye. Em bawer dikin ku tu edalet ji tu tiştî re nayê fedakirin. Em bo ku edaletê ji nû ve tesîs bikin û ji bo ayara teraziyê sererast bikin derketin rê."
"Divê edalat mitleqa bê tesîskirin"
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir haya wan jê heye ew milên xwe dane bin barekî çawa û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Edalat ji tu tiştî te nayê fedakirin. Divê edalat mitleqa bê tesîskirin. Divê em vê gotinê bi dengekê zêde biqêrînin."(ÎLKHA)