Hat ragihandin li Las Vegasa bajêra Amerîkayê êrîşa çekdarî li cihê ku lê konser dihat dayîn hat kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de 2 kes jiyana xwe ji dest dan  û zêdetirî 20 kesan jî birîndar bûn.

Di dîmenên ku ji ser hisabên medyaya civakî hatine parvekirin de tê dîtin ku li cihê êrîşê însan bi tirs û panîkek mezin hewil didin baz bidin.

Hêj nayê zanîn êrîşkar tev de çend kes in, lê belê hat diyarkirin êrîşkarek ji teref polêsan ve hatiye kuştin.(ÎLKHA)