Li Herema Xabûrê tetbîqeta ku di 18ê Îlonê de ji teref TSKyê ve hatibû destpêkirin têkete roja 13emîn.
Tetbîqet di bin sewka Tumgeneral Sînan Yaylayê ku Fermandarê Kolorduya 7emîn e û di bin fermana Tuxgeneral Ahmet Kurumahmutê Fermandarê Tugayê yê Mekanîzmaya 28emîn e de tê birêvebirin.
Li herêma ku lê tetbîqeta tê kirin hat dîtin ku leşkerên Iraqî û eskerên girêdayê TSKyê tetbîqeta îmhakirina bombeyan kirin û tetbîqeta tahliyekirina birîndar kirin.
Tetbîqet li herema ku li miqabilê Parqa TIRan e tê kirin û ev herem 3 kîlometre ji Deriyê Sînor a Xabûrê dûr e.
Hat diyarkirin tetbîqeta ku di 18ê Îlonê de hatibû destpêkirin bi beşdarbûna eskerên Iraqê berdewam dike.(ÎLKHA)