Ji teref Midûrtiya Giştî yê Ewlehiyê ve li tevahiya Tirkiyê ji ber destpêkirina heyama nû ya perwerdehî û hîndekarariyê li derdora mekteban, li parkan û li baxçeyan kontrol hatin kirin.
Di kontrolên ku di navbera dîrokên 21-29ê Îlonê li derdora mekteban, li parkan û li baxçeyan hatin kirin de 7 hezar û 171 yekîne, 19 hezar û 170 polês cî girtin û di 18 hezar û 805 parkan kontrol hat kirin.
Di kontrol û sepanên ku hatin kirin de 17 hezar û 798 xwendekarên ku diviyabû di wextê dersan de li mektebê bana li parkan hatin dîtin û ji mekteban re hatin teslîmkirin. Her wiha li GBTya 123 hezar û 833 kesan hat nihêrtin. 224 kesên ku derheqê wan de lêgerîn hebû hatin girtin.(ÎLKHA)