Nasir Pekînce di 29ê Îlona sala 1992an de û birayê wî bi navê Şikrî Pekînce di 30ê Îlona sala 1993an de ji teref PKKê ve bi şilkeke wehşiyane û hovene hatin qetilkirin.
Du birayên bi navê Nasir û Şikrî ne şehîdên ewil û ne jî yên dawî bûn ku ji teref PKKê ve li Kurdistanê hatine şehîdkirin. Her tim li heremê kes û saziyên ku xwediyê nasnameya Îslamî bûn her tim dibûn hedefa PKKê. Doh Mela Zekî, Îbrahîm û Orhan Xoca û îro jî Yasîn, Turan, Rîyad, Hesen û Huseyîn bi şikleke hovane bûn hedefên êrîşan û hatin qetilkirin.
Beyceya ku xanima şehîd Nasir e û Remziyeya ku xanima şehîd Şikrî ye derbarê zilamên xwe de diyar kirin zilamên wan di temamê emrên xwe de bo Îslamê xizmetê dikin û di muqabela vê yekê de şerbeta şehadetê vexwarine.
Beyce Pekînce: Nasir bi heqê wê jiyaneke Îslamî dijiya
Beyce Pekînce di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir zilamê wê Nasir di 4ê Nîsana 1961an de li Kinaskeya Qûbîna Êlihê hatiye dinyayê û debara xwe bi cotkariyê dikir. Beyce Xanim dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Dema ku em bi hev re zewicîn şehîd Nasir 19 salî bû. Piştî ku em zewicîn ji ber ku kar li heremê tunebû şehîd her tim diçû xerbê. 3 zarokên me çêbûn. Şehîd beriya şehadeta xwe bi du salan nexwest ji zarokên xwe dûr keve li Êlihê karekî xwe dît û karê fêkîfiroşiyê kir. Beriya ku şehîd bikeve masiyan dikirî û li gundan difirot. Digel karê xwe xizmetên Îslamî jî dikir. Nasir bi heqê wê jiyaneke Îslamî dijiya."
"Ji ber xizmetên xwe yên Îslamî her tim ji teref PKKê ve dihat tehdîdkirin"
Beyce Xanim di berdewama axavtina xwe de diyar kir zilamê wê ji ber xizmetên xwe yên Îslamî her tim ji teref PKKê ve dihat tehdîdkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Şehîd, ji ber xizmetên xwe yên Îslamî her tim ji teref PKKê ve dihat tehdîdkirin. Roja ku ew ê bê şehîdkirin jê re ji murtedan rnameyek hatibû. Ji min, dê û bavê xwe nameya tehdîdê xwend. Bavê wî jê re her çiqas gotibe 'Neçe, dibe ku ev yek kemînek be' jî wî got 'tu zirarê min negihaştiye tu kesî, dijminên Îslamê dikarin li kolaneke Êlihê yan jî li gundekî ku ez ê biçimê şehîd bike, ez vê yekê nizanim, lê belê ex di mal de bim jî ger çêbûna vê yekê hebe ew ê di mal de jî biqewime.' Piştî van gotinan bo masiyên xwe bifiroşe rêya gund girt. Wê rojê me bihîst ku li gundekî hatiye şehîdkirin."
Beyce Xanim di berdewama axavtina xwe de diyar kir zilamê wî gelek zêde ji malbata xwe û ji zarokên xwe dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Carinan ji zarokê me yê herî biçûk re digot 'tu zarokê min ê herî piçûk î û ew ê piştî te zarokên min çênebin.' Min van xeberdanên wî fêm nedikir, encax piştî ku şehîd bû ez pê têgihiştim. Ew hîs dikir ku şehîd bibe. Gelek qedr û qiymetê dida malbata xwe. Xwedî teqwa, îman û haya bû. Temamê naskirî û derdor, wî bi van wesfên wî nas dikir."
Ji zimanê Remziya Xanim Şehîd Şikrî
Remziya Xanima ku pîreka Şehîd Şikrî Pekînce ye derheqê zilamê xwe de hest û ramanên xwe wisa anî zimên: "Şehîd Şikrî di 6ê Hazîrana 1967an de li Kinaskeya Qûbîna Êlihê hat dinyayê. Piştî ku Dibistana Navîn a Îmam Xatîban qedand re li Erxanî çû medresê. Dema ku em zewicîn Şehîd Şikrî 19 salî bû. 3 zarokên em çêbûn. Beriya ku em bizewicin Şikrî li xerbê di înşaatan de digel Şehîd Nasir dixebitî.Dû re dest bi karê firoşkartiya seyyar kir. Heyamekê kasetên îlahiyan difirot. Berî ku şehîd bibe li ber Lîseya Fatîhê bufeya tantuniyê vekir."
"Di bufeya xwe de dersa Qur'anê dida zarokan"
Remziye Xanim di berdewama axavtina xwe de diyar kir li ber mektebê vekirina bufeyê bi hikmet nû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Dema ku bufeyê çêkir semlem çêdikir û digot ez ê her tim vî karî bikim. Sacên demîrî li ber bufeyê dabû. Dema min sedema vê yekê jê pirs kir ji min re got ku 'ez ê dersa zarokan di vir de bidim, dema ku polês hatin ez ê sacan daxim da ku wanan nebînin û fêm nekin ez di vir de dersa Qur'ânê didim. Di nav bufeya xwe de cihên rûniştinê çêkiribû. Li wê derê dersa Qur'anê dida. Bi xwendekaran re eleqedar dibû û di her firsetê de Îslamê ji wan re teblîx dikir. Di bêhnvedanan de him tantuniya xwe difirot û him jî dersa Qur'anê dida. We ilma ku di medresê de tahsîl kiribû ji zarokan re hîn dikir."
"Guh nedida tehdîdan û li camiyê ders dida zarokan"
Remziye Xanim diyar kir him dewlet û him jî PKKê gedan li Şehîd Şikrî dixwarin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Careke polêsan panzêrê dan li ser û jê re gotine ku tu nikarî li vê derê bixebitî. Şehîd jî ji wan re gotiye' ez li vê derê nanê zarokên xwe qezenc dikim û mecbûr im ku bixebitim.' Dora bufeya xwe bi alên tewhîdê xemilandibû. Polêsan jê re gotine ' tu eqlê zarokan tevlîhev dike, tu Îslamê ji wan re dibêje û ev tiştên ku tu bi bufeya xwe ve kirye çi ne?' WÎ jî gotiye 'ev alên tewhîdê ne.' Şehîd guh neda tehdîdên polêsan û xebatên xwe domandiye. Dema ku ji kar dihat, amûrên xwe didanî malê û b dersdayînê diçû camiyê. Piştî ku ji wir dihat diçû sohbetan. Hayata wî her tim Qur'an û Îslam bû."
"Divê jiyana me Îslam û Qur'an be"
Remziye Xanima ku diyar kir Şehîd Şikrî ehemiyetê dida perwerdehiya zarokan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Şikrî piştî ew qas betilandine dihat malê û ji min dixwast ku ez jê re kitêb bixwînim. Di 26 saliya xwe şehîd bû û emrê xwe vala derbas nekir. Temamê hewildanên wî bi îhyakirina zarokan bû. Digot 'Ew ê digel van zarokên ku em bi wan eleqedar dibin dê doza Îslamê mezin bibe. Zarokên me digel ku biçûk her tim ji min dixwast ku ez biçim sohbetan. Ji min re digot 'ez xwarinê naxwazim, karên malê neke, raje zarokên xwe û herê Îslamê teblîx bike.' Ew bi xwe jî qet ji dersên xwe nedima. Ji min re digot divê jiyana me Îslam û Qur'an be."
"Dema ku birîndar bûye hinek kes xwestine ku wî rakin xestê, lê polêsan nehiştine"
Remziye Xanim di dawiya axavtina xwe de diyar kir Şehîd Şikrî piştî ku salek ji ser şehadeta kekê wî derbas bû re ji teref PKKê ve di 30ê Îlona sala 1993an de bi şikleke hovane hatiye şehîdkirin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Dema ku di bufeya xwe de rûdinişt, gule di ser reşandin û gelek berik îsabetî pişta wî kirin. Piştî ku birîndar bû re hinek kes xwestin wî rakin nexweşxanê, lê belê polêsan nehiştine. Hinek kes dîtine ku hêj dema ku şehîd sax e xesteyan li ser daketine. Dema ku me bi meselê bihîst hema bi ecele em çûn wê derê. Bedena mibarek ê şehîd biribûn. Temamê dost û telebeyên wî yên ku bi şehadeta wî bihîstibûn li ber nexweşxanê kom bibin."(ÎLKHA)