Wezîrê Darayiyê Nacî Ağbal derbarê zema baca wesayîtan ya 2018an de beyanat da û îfade kir kû  zema baca wesayîtan wê di sala 2018an de ji %40 zêde bibe. Şofêrên Mêrdînî ev reqema zemê zêde dîtin û bi awakî dijwar ki zemê re bertek nîşan dan. Şofêran îfadekirin ku: "Êdî em nikarin di bin mesrefên wesaîtan de rabin û ger rewş bi vî awayî dewam bike em ê wesaîtên xwe bifroşin."

"Ger bi vî awayî be em ê wesayîtên xwe bifroşin"

Şofêr Zeyneddîn Oğuz bertek nîşanî zema ji %40î da û weha got:"Ma qey hikumet ê temamê mesrefan bi me bidî dayîn. Em ê wesaîtan bifroşin û  ew ê biqede. Niha zem ji %5 an jî 10 bana min ê fêm bikira. Ma qey em ne guneh in? Ev qet baş nebûye û divê gavek berî gavekê vê bifikirin".

"Zema hatiye kirin pir zêde ye"

Ji şofêran Cebraîl Yalçin derheqê zema ji %40î de û nerazîbûnên xwe wiha anî zimên :"Ev zema hatiye kirin pir pir zêde ye. Ma ji du rojan carekê zem çêdibe... Niha zem ji %5 an 7 baya wê normal ba, lê zema ji %40 zehf zehf zêdeye. Em ji rayedaran rica  dikin ku bila vê bifikirin".

"Ev zema hatiyê kirin ji zilmê pê ve ne tiştek e"

Tacettîn Demîr jî  derbarê mijarê de diyar kir ev zem neheqî û zilm e. Demîr dû re axaftina xwe weha domand:"Jixwe em nikarin baceya xwe bidin, qrîz û qeyran heye, nexwe deriyê sînorê Iraqê jî tê girtin, gel bi zor û zehmet debara xwe dikin, digel van tevan zemê li ser zemê dikin ev ji zilmê pêve ne tu tişt e."

"Ev ye bi eşkere şêlandin e"

Ajovan Mahmut Beyaz îfade kir ku ev ji şêlandinê pêve ne tu tişt e û weha li axaftina xwe zêde kir: "Tirkî ji kesî re dost nehişt,  niha jî dixwaze hemwelatîyên xwe bişêlîne. Ma çi dikî, ev tiştê ew dikin bi eşkere şêlandin e. Ji %40 zema bacê, her roj li sotemeniyê zem. Heta kû derê, zem li ser zemê... Ev zem pir zêde ye, divê gavek berî gavekê vê daxin, li tu derê cîhanê ev tişt tune ye, tenê li ba me heye." 

"Em ê ew qas pere çawa bidin"

Şofêr Mehdî Îpek jî da zanîn ku êdî em nikarin mesrefên wesaîtên xwe derxin û weha got:" Di carekê de  ji %40 zema baca li wesayîtan hat kirin. Ev ne adil e. Niha zem ji %5 ba ev normal bû, lê ev reqem zehf zêde ye. Berî niha me 600 lîre dida, lê niha ev dê bibe 1000 hezar lîre. Di salê de em ê du cara bidin, ka em ê çawa bidin. Tenê baca wesaîtê du hezar lîre ye, sîgorta heye, muayene heye. Ka em çawa bikin, em ê vî perî çawa bidin?  Ev reqemek pir zêde ye, divê reqemekî maqûl derxin".(ÎLKHA)