Serokê Dewleta Rûsyayê Vlademîr Pûtîn bi daweta fermî ya  Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan  hat Enqerê û li Kulliyeya Serokkomartiyê hevdîtinek kirin.

 "Îro me mijarên mîna Irak û Sûriyê mutalaa kir. Em di warê yekîtiya axên Sûrî û Iraqê de wek hev difikirin"

Serokkomar di hevdîtina ku hat kirin de derheqê referandûma ku li Kurdistana Iraqê hat kirin de wiha axivî: "Tû meşrûtiyeta  wê referandûma li Birêveberiya  Herema Kurd a Iraqê tuneye. Heqê tu kesî tuneye ku bi berjewendiyên şexsî û demkî heremê bavêjin xeterê. Divê em rê li ber bigrin da ku Birêveberiya  Herema Kurd a Iraqê piştî referandûmê xeletînan din neke."

Serokê Dewleta Rûsyayê Vlademîr Pûtîn jî di hevdîtinê de  diyar kir ew û Serokkomar Erdogan di warê referandûma ku li Birêveberiya  Herema Kurd a Iraqê hat kirin axivîne.(ÎLKHA)