Zekeriya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê beşdarî taziyeya Mehmet Hadî Ozkayayê xezûrê Midûrê Giştî yê Ajansa Nûçeyan a Îlkê Mahmut Îrtem bû.

Yapiciogluyê ku hat Mala Şînê ya Seyîd Hesen a li Taxa Beşevlera Êlihê ji Mahmut Îrtem û malbata Ozkaya re serxweşî da û sebrê bo wan temennî kir.

Yapicioglu dû re bo beşdarî civîna GÎKê bibe ji cihê taziyê veqetiya.(ÎLKHA)