Li Mûşê di 13ê Îlonê de li hember kesên ku Bylock bikaranîne operasyon hat kirin. Di encama operasyonê de ji 22 kesên ku hatin binçavkirin, 14 kes hatin girtin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtîya Mûşê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Operasyon li hember endamê rêxistina bi sîleh û terorî ya FETO-PDYê hatiye lidarxistin. Ji bo kesên bernameya ByLock ya bişîfre bi kar anîne û di nav de polêsên ku ji wezîfeyê hatine dûrxistin û mamoste jî hene ji bo girtina wan xebat hat kirin. Di 13ê Îlona 2017an de di heman demê de operasyon hat lidarxistin. Bi tevahî 22 kesên kû biryara girtina wan hatibû dayin hatin binçavkirin. 14 gumanbarên ku sewqî Serdozgeriya Komarê ya Muşê hatin kirin hatin girtin, 6 kes bi şertê kontrole, 2 kes jî pîştî ku li dozgeriyê îfadeya wan hat girtin serbest hatin berdan. (ÎLKHA)