Mehmet Hadî Ozkayayê  ku xezûrê Midûrê Giştî yê ÎLKHAyê Mahmud Îrtem e ji ber nexweşiya xwe ya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Merhum Ozkayayê ku ev 11 sal e bi felc bû nêzî 10 rojan li Êlihê di nexweşxaneyekê de dihat tedawîkirin. Ozkakayê ku li xestê dihat tedawîkirin digel temamê midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin naaşa merhûm Ozkaya li gundê Girbireşka Êlihê hat definkirin  û taziye jî li Mala Şînê yê Seyîd Hesen tê qebûlkirin.

Em jî wek malbata ÎLKHAyê  ji malbatên Ozkaya û Îrtem re sersaxiyên xwe tînin zimên û ji wan re sebrê teleb dikin.(ÎLKHA)