Cotkarên Êlihî yên ku di warê ziraatê de ji çandina garis, cih, genim û nîskan randûmaneke baş nayê ber destên wan di van salên dawî de berê xwe dan zireata fistiqan. Cotkarên Êlihî yên ku bi karê çandina fistiqan mijûl dibin îsal  dest bi berhevkirina fistiqan kirin. Cotkar ji ber berhevkirina fistiqan kêfxweş in.

Nurettîn Kiyasê Midûrê Bajêr ê Ajaldarî Çandinî û Xwarinê  hat Gundê Hathatkêya  Qûbînê û bi cotkarên fistiqan re hat bal hev û ji cotkarên ku fistqan berhev dikin agahiyan wergirt û dû re digel wan fistiqan berhev kir.

Kiyas derbarê hilberîna fistiqan de diyar kir di van salên dawî de cotkarên Êlihî berê xwe zêdetir dane çandina fistiqan.

Kiyas di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew di van salên dawî de tev de nêzî milyon û nîv darên fistiqan belav kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Fistiq bo cotkarên  me yên Êlihî nexasim yên ku li ser erdên wan av tuneye çavkaniya dahateke mezin e. Bexçeya fistiqan a nêzî 20-25 doniman nêzî 50-60 hezar lîre bi xwediyê dide qezenckirin. Em di warê çandina fistiqan de piştî Entabê, Riha, Semsûr û Sêrtê yên herî baş in. Hedefa me di warê hilberîna fistiqan de bûyîna 5emîn e"

Cotkarên fistiqan ên bi navê  Sidiq Kocak û Serwet Yildirim derheqê hilberîna fistiqan de diyar kirin  bo vî memleketî ji çandina fistiqan  tiştê herî baş e û em vê yekê bo cotkarên xwe pêşniyaz dikin."(ÎLKHA)