Malbata Eren li Yenîkoya Girêsîran a Êlihê hewil didan xaniyê xwe ya ku li ber hilweşînê bû de bijîn, berî 6 mehan malbat bang li rayedar û xêrxwazan kiribû da ku jê re alîkarî bê kirin. Xaniya malbata ku berî vê çend mehan xebera wan hatibû  kirin vê şeveqê hilweşiya.

Evdirrehman Erdenê ku xaniyê wî xera bû  diyar kir ji ber ku pê re nexweşiyên qelb  û tayê heye ew nikare tu tiştî bike û ji rayedaran alîkarî teleb kir.

Erdenê ku diyar kir bo ku ew dengê xwe bi rayedaran bidin sehkirin ji ÎLKHAyê re daxuyanî dabûn derheqê mijarê de wiha axivî: " Wê demê mala min li ber xerabûnê bû. Ji bilî xeberê min daxwazname da  şaredarî û walîtiyê. Hatin li xanî nihêrtin, lê tiştek nekirin. Ji wê rojê ve tu kes bi ser me ve nehatin. Îro jî mala me xera bû. Hemd ji Xwedê re tiştek bi me nehat. Dema ku dengê şikîna darên ban hat em reviyan derve. Piştî ku em derketin derve dar tev şikiyan. Rewşa me nebaş e û em ji rayedaran alîkariyê dixwazinç Ji ber ku ez pir nexweşim nikarim bixebitim, ez bê çare me."

Erden di dawiya axavtina xwe de bang li rayedaran kir û ji wan xaniyeke nû xwest da ku ew û malbata xwe karibin di nav de ji xwe re bistrin.(ÎLKHA)